Hêja - (sobe - en el welat) Lyrics
Hêja - (sobe - en el welat) Lyrics
tu jiyana min î
û dizanî
ku çi qas belasebeb û beredayî yî
-jiyana min a pênc pereyî li te
-sobe
her ku du hezkiriyên hevhembêzkirî dibînim
kizînî ji dile min diçe, kizînî.
-bêmiradiya min li te
-sobe
jenê sûra Srafîl im, navê te dilîrînim
navê te, ku li çepera gerdûnê lefandiye, têm li pey te,
navê te, ku newaya heşîr û mehşerê ye, nebe nabe
9 deng û 3 kîte
-bêwelatiya min li te
-sobe
tu dibêjî: divê tu dest û piyên binaxkirî
serax bikî bi yek derbî,
biceribînî
di nav lepê xwe de bînî, nexşeya çarmîxkirî
-heywaxiya min li te
-sobe
Lyrics: Roşeng Rojbîr
Music: Hêja
Comments